Mevlüt Oğuz
banner
mevlutoguz.bsky.social
Mevlüt Oğuz
@mevlutoguz.bsky.social
freelance Journalist, lecturer, poet, sworn interpreter.
member #IFJ #İHD #PEN
📍beyoğlu, istanbul
Pinned
lîrîka berbangê
DERKET!
Reposted by Mevlüt Oğuz
li vir binihêre

....
dûrî min bin, ez bê zar û ziman im
bi ser de jî birînên min gul vedane
baxçê min beyar, ez ji xwe re neyar

LÎRÎKA BERBANGÊ

MELÛD OGUZ
January 18, 2026 at 8:29 PM
Reposted by Mevlüt Oğuz
ez di navbera gir û giryanekê de mam
çendik û çend sedsalan. min zimanê xwe
yê ku kuhî û kenarî da ber meqesan. şikestin
keştiyên bê. nema li şibakeya qubletê şefeq da

dirbê te li çiyê tê, dirûvê te li berbangê

LÎRÎKA BERBANGÊ

MEWLÛD OGUZ
Edîtor: Kawa Nemir
Berg: Şener Ozmen
Avesta
January 18, 2026 at 8:11 PM
hunermendê qedirbilind û dostê hêja kek luqman ehmed ez xêz kirime. spas ji bo vê diyariya xweşik.
***
kıymetli sanatçı dostumuz lukman ahmad beni çizmiş. bu güzel hediye için sonsuz teşekkürler.

by @LukmanAhmadArt #lukmanahmed
January 5, 2026 at 6:38 PM
Yekşemê saet 17:00an bi organîzatoriya Chalak Eventsê, li Nînovayê em ê bi hunermendê ezîz Ganî Mîrzo re li ser “Ziryab, Flamenko û Muzîka Kurdî” biaxivin. Ger dema we hebe hun jî kerem bikin.
January 2, 2026 at 5:17 PM
Sersala we ji dil û can pîroz dikim. bi hêviya saleke xweş û şad. Sersala we pîroz be. 🎄🎉
December 31, 2025 at 11:50 PM
ez beşdarî weşana channel 8ê bûm û li ser rewşa kurdî li stenbolê axivîm.

www.instagram.com/reel/DR7L2sK...
December 6, 2025 at 10:11 PM
İstanbul Adli Yargı İlk Derece Mahkemesi Adalet Komisyonu 2026 yılı tercümanlık listesinde olduğumu duyurmaktan memnuniyet duyarım. Bu vesile ile adli ve noter yeminli #Kürtçe - #Türkçe işlemlerinizde benimle iletişime geçebileceğinizi hatırlatmak isterim.

📩@mevlutoguz
📧[email protected]
December 1, 2025 at 9:12 PM
Zorla Kaybetmelere Karşı Avrupa-Akdeniz Federasyonu’nun (FEMED) 29-30 Kasım tarihlerinde İstanbul’da düzenlediği ‘Yükselen Sesler, Direniş, Ortaklaşan Mücadeleler’ adlı konferansta simultane tercümanlık yaptım.
November 30, 2025 at 6:01 PM
dostê hêja û hunermendê ezîz memo seyda helbesta min a bi navê “wê çi bimîne” beste kir. bi hêviya ku hun jê hez bikin û belav bikin

Memo Seyda حسين حج "Wê çi bimîne!"
#lyric: mewlûd oguz
#music: memo seyda
youtu.be/IYBjlGyAiUM?...
Memo Seyda حسين حج "Wê çi bimîne!"
YouTube video by Hussain Hajj (Memo Seyda)
youtu.be
November 11, 2025 at 2:35 PM
Di çarçoveya 8emîn Festîvala ISTANBUL OFFLINE ya Helbesta Navnetewî de îro em li Minoa Perayê bûn. Bi pêşengiya tîmeke hêja û helbestkarên xwirt ji welatên cuda hevdîtineke pir xweş bû. Spasdar im.
November 8, 2025 at 8:42 PM
Di çarçoveya festîvala ISTANBUL OFFLINE ya Helbesta Navnetewî de îro saet 16:00an ez ê li Minoa Perayê bim.
***
8. ÇEVRİMDIŞI İSTANBUL Uluslararası Şiir Festivali kapsamında bugün saat 16:00’da Minoa Pera’da olacağım.
November 8, 2025 at 10:58 AM
Ez îro beşdarî 8emîn Festîvala ISTANBUL OFFLINE ya Helbesta Navnetewî bûm. Ji bo vê festîvala xweş ez ji dil spasiya hemû kedkaran dikim.
***
Bugün YayKoop’ta 8. ÇEVRİMDIŞI İSTANBUL Uluslararası Şiir Festivali’ne Kürtçe şiirlerimle katılmaktan mutluluk duydum. Emeği geçen herkese içten teşekkürler.
November 7, 2025 at 9:50 PM
8. ÇEVRİMDIŞI İSTANBUL Uluslararası Şiir Festivali yarın başlıyor. Festival kapsamında 7 Kasım cuma günü saat 19:00’da YayKoop’ta; 8 Kasım saat 16:00’da Minoa Pera’da olacağım. Görüşmek dileğiyle.

www.istanbulofflinefestival.com
November 5, 2025 at 8:58 PM
8emîn Festîvala ISTANBUL OFFLINE ya Helbesta Navnetewî sibe destpê dike. Di çarçoveya festîvalê de 7ê mijdarê roja înê saet 19:00’an ez ê li YayKoop’ê û 8ê mijdarê roja şemiyê saet 16:00’an ez ê li Minoa Perayê bim. Bi hêviya hevdîtinê.
November 5, 2025 at 8:56 PM
rengê te li çiyê tê, dengê te li berbangê

lîrîka berbangê / mewlûd oguz
November 5, 2025 at 9:41 AM
Bîranînên kitêbhezekî û mekanekî hevpar ê kurdan: Medya Kitabevi

Min li ser bîranînên kek Selahattin Bulut nivîsî ku demek berê bi navê ‘Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi’ wekî kitêb hatibû çapkirin.

www.veveya.net/veveya-kitap...
November 1, 2025 at 4:34 AM
8emîn Festîvala ISTANBUL OFFLINE ya Helbesta Navneteweyî, di navbera 6 û 8ê Mijdarê de tê li dar xistin. Mêvanê rûmetê yê îsal Enis Batur e û welatê beşdar Letonya ye. Ez ê jî bi helbestên xwe yên kurdî beşdarî festîvalê bibim. Hemû havalên wêjehez li stenbolê vexwendî ne.
October 22, 2025 at 2:49 PM
SPASÎ

ji dil û can spasiya hevalên dilsoz dikim ku di vê roja şilî de hatin kitêbxaneya medyayê û ez tenê nehiştim. her wiha spasiya kedkarên medyayê dikim. sax bin, her hebin.
October 5, 2025 at 6:29 AM
îro - bugün - today

16:00-18.00

📍medya kitabevi
October 4, 2025 at 8:52 AM
sibe piştî nîvro li medya kitabevi me. hun jî kerem bikin. bi hatina we ez ê kêfxweş bibim 👋🏻
October 3, 2025 at 8:59 AM
🖊️4ê cotmehê roja şemiyê saet 16:00’an li medya kitabevi me. hemû hevalên li stenbolê ji bo roja îmzeyê vexwendî ne. bi hêviya hevdîtinê.
October 1, 2025 at 2:17 PM
PENa Kurd kongreya xwe ya 12emîn li Mala Êzîdiyan, li Oldenburgê pêk anî. Di encama kongreyê de Mîran Abraham û Rojvîn Perîşan wekî hevserokên nû hatin hilbijartin. Herwiha Azad Zal bû sekreterê giştî û Kakshar Oremar jî bû berpirsê darayî.
September 7, 2025 at 12:52 PM
duh li konfederasyona komeleyên herêmî, bi moderatoriya rêbîn özmen di çarçoveya cejna zimanê kurdî de em bi hemwelatiyên xwe re civiyan û me gotûbêjek li ser ziman û wêjeyê pêk anî. çend wêne ji wê çalakiya me.
#cejnaziman #cejnazimanêkurdî
#lîrîkaberbangê #mewlûdoguz
May 19, 2025 at 1:50 PM
18ê gulanê roja yekşemê saet 16.00an li Konfederasyona DGDyê di çarçoveya cejna zimanê kurdî de bi moderatoriya rêbîn ozmen gotûbêja me ya li ser xwendin û nivîsînê heye. bi hêviya hevdîtinê.
May 17, 2025 at 10:37 AM
BERNAMEYA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ
(KÜRT DİLİ BAYRAMI PROGRAMI)

🗓️16.05.2015 - 18.00

Wergera kurdî: di peywenda wêjeyê û hiqûqê de
(Edebiyat ve Hukuk Bağlamında Kürtçe Çeviri)

📍Blue Garden, Rasimpaşa Mah. Yeşilay Sk. No: 8-A. Kadıköy

www.instagram.com/share/BACzoe...
May 15, 2025 at 3:10 PM