Ji ber doza "propagandaya rêxistinê" Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê hatibû dûrxistin û kayûm şandibûn cihê wî. Niha ev doza li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat betalkirin. Dadgehê gotinên Turk wekî "azadiya ramanê" nirxand.